
Our Films

Evîna Kurd

Gava Şitil Mezin Dibinas

Nameyên Ji Şengal -Belgefîlm - Fragmanas

Berbû - Fîlm - Fragmanas

KOMÎNA FÎLMA A ROJAVA
Komîna Fîlma a Rojava; kolektîfek, ji hêla sînemagerên welatparêz/şoreşger ku di 14'ê tîrmeha 2015'an de li herêma xweser a rojavayê Kurdîstan'ê de hatiye damezrandin. Paradigmaya civaka ekolojik, demokratik û azadîya jinê ji xwere esas digre. Li hemberî qirkirina çandî ya Kurd tekoşîn dîke û bi rêya hunera sînema dixwaze vê bide nîşandan. Ne tenê zext û zordarîyên li ser Kurd û Kurdîstan'ê dike mijara xwe, hîn zêdetir, li hemberî vê zext û zordarîyê, berxwedana ku bi sedan salin berdewam dike û bixwere şoreş avakirîye jî dike mijara xweyî bingehîn û sereke. Metodolojiya xwe, dispêre ya ku jê re dibêjin "realîzma şoreşgerî;" realîzma ku ne tenê rastiya heyî bi rengekî nû eşkere dike, di heman demêde ya ku rastiya gengaz jî, ji nû ve ava dike. Naxwaze tenê ji rastîya heyî re formekî peyda bike, jê zêdetir, bi wata jîyanêre mijûle; şoreşgere, avakere
PEVGIHAN
DDîmen di planekî nezde bi vekirina çavên zilamekî ve dibe. Bi çavên zilam em ezmanê dibinin. Zilam li ser axêkî zûha xwe dirêj kiriye. Bi tilîyên xwe axê dişîdine. Pişt re radibe ser piya. Û li derdorê xwe dinêre. Beramberî xwe çîyayekî bilind dibîne. Kêfxwe dibe. Hundurê êavên wî dikenin. Bi linge xwe axê mist dide û dest bazdanê dike. Arazîyeki pan e. Di nav helkehelk de ye. Çavên wî de hêvî û bêrîkirin xuya dike. Her ku nêzî çîya dibe erd şîn dibe. Rastê kendalê çiyayêkê tê. Derdor daristane. Çavên xwe digerîne. Û çemekî dibîne. Kêfxweş dibe. Û xwe i ilê xwe diavêje nav avê de. Ji avê dertê. Piyê xwe dinav herîyê kû kelekja avêdeye digerîne. Deste xwe didarande diherînê , xwe xar dike û çîçekekî behn dike. Pişrtre çavên xwe derdorê digerşne. Şîvereyekî dibîne. Sere xwe radike û sere çîya dibîne. Piştre dest bazdanê dike. Keleka şiverêda dar henin . Piştî demekî deste xwe yê rastê dinêre

days
hours
minutes


