KOMÎNA FÎLMA A ROJAVA
Komîna Fîlma a Rojava; kolektîfek, ji hêla sînemagerên welatparêz/şoreşger ku di 14'ê tîrmeha 2015'an de li herêma xweser a rojavayê Kurdîstan'ê de hatiye damezrandin. Paradigmaya civaka ekolojik, demokratik û azadîya jinê ji xwere esas digre. Li hemberî qirkirina çandî ya Kurd tekoşîn dîke û bi rêya hunera sînema dixwaze vê bide nîşandan. Ne tenê zext û zordarîyên li ser Kurd û Kurdîstan'ê dike mijara xwe, hîn zêdetir, li hemberî vê zext û zordarîyê, berxwedana ku bi sedan salin berdewam dike û bixwere şoreş avakirîye jî dike mijara xweyî bingehîn û sereke. Metodolojiya xwe, dispêre ya ku jê re dibêjin "realîzma şoreşgerî;" realîzma ku ne tenê rastiya heyî bi rengekî nû eşkere dike, di heman demêde ya ku rastiya gengaz jî, ji nû ve ava dike. Naxwaze tenê ji rastîya heyî re formekî peyda bike, jê zêdetir, bi wata jîyanêre mijûle; şoreşgere, avakere...