Shooting of ‘Heval Kekê Min’ started
December 16, 2023Mansur Karîmîyan
December 31, 2023Îro salvegera katliama sînama ya Amudê ye. 13’ê mîjdarê 1960’an de nêzî 500 zarokên Kurd, li Amûdê di sinema Şehrazad de, ji bo fîlmê bi navê “Cerimet Nifis El-Leyl” ya kû qala şerê azadîya cezayîrê dikir, temaşe bikin kombûn. Piştre derîyê salona sînamayê bi deste eskeran hate qiful kirin û bi agir vedena perdeya sînemayê nêzî 250 zarokên Kûrd ya kû temenê wan binê 12 salî bun, bi awayekî hovane bi destê rejîma Faşîst hate qetilkirin. Li ser qetlîamê 63 sal derbas bû bes hîna kesekejî derheqa vê qetlîamê de nehatiye darizandin. Li keleka vî hikûmeta Sûrîyê ji aliye gel ve bîranîna vê buyêrê qedexe kir. Bes ew qetlîama kû dîrokê de mînaka vî nîn e; di mêjiyên cîvakên me de hîna zîndiye û nayê ji bîr kirin.
Wek anîna ziman ya rastîyê, huner; ji bo desthilatdara her tim qadekî xetere hatîye dîtin. Wek huner sinema jî; bi awayek dîtbarî anîna ziman ya heqîqetê de rolekî pir giring dilîze. Taybet jî bo zarokan… Zarokên kû di jiyana xwe de yekem car çûbûn sînemayê ya kû mîjara fîlmê azadîye, de hatin şevitandin. Û ew tê ev manaya kû armanca ew êrîşê; hunera sinema di mêjiyên nifşên nû de wek tiştekî beyom û tiştekî kû însan jê bitirse be.
Wek sînamagerên vî gelî yek ji wan armanca me ew e kû hunera sînamayê; wek pêşandana heqîqetê bînin pêşberî zarokên xwe. Û em nahêlin kû desthilatdarên faşist hunêr û sînamayê ji cîvakê me dûr bixe. Û bi berhemên meye kû xîzmeta azadîya gelan bike ; emê welatê kî kû zarok bi rûkên û coş fîlman temaşe bike ava bikin.
Wek komîna fîlma Rojava em dubare di salvegera 63. de zarokên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin em dibêjin kû; ji bo kû zarokên me heqîqetê, bi şanazî û kêfxweşî temaşe bikin têkoşîna me berdewam bike.
KOMÎNA FÎLMA ROJAVA
13/11/2023