Ji Bo Salvegera Qetliama Sînama ya Amudê
December 28, 2023Katledilen yönetmen Kerîmeyan’ı anlattı: Halkının ve hünerinin sevdalısıydı
January 5, 2024JI BO GIŞTÎ CÎHANÊ
Devleta Tirk a faşist wek her demê êrîşa xwe ya hovane li ser gelê Rojava didomîne. Devleta dagirker a ku şoreşa Rojava ji bo sîstema xwe ya metînger xetere dibîne, êdî eşkerê bi êrîşên xwe, hemwelatî û avahîyên jiyanî hedef digre. Di encama bombebarana ku 24’ê Kanunê dest pêkir de gelek hemwelatîyên medenî şehid ketin. Yek ji wan hevalême yê hunermend û sînameger Mansur Karîmîyan bû.
Heval Mansur a sînamagerekî ji Rojhilata Kurdîstanê bû, ji bo tecrûbe û zanabûna xwe ya hunerî bi sînemagerên Rojava re parve bike di şert û mercên herî zehmet de berê xwe da Rojava. Ev demekî dirêje qederek berhemên me de (Dema Dirîreşkan, Şengal, Kobanê û Evîna Kurd) bi keda xwe ya hêja bi me re bû.
Devleta Tirk a faşist, ev sedsale li keleka qirkirina fîzîkî, bi polîtîqayên asîmîlasyonê dixwest gelê Kurd tune bike. Beramberî vî gelê me, ji bo parastina çand, ziman û nasnama xwe, berdelên giranbuha da. Îro Rojava ji bo parastin û pêşxistina çand ziman û hunera Kurdî wek wargeheheke. Heval Mansur jî dixwest wek Kurd, di vê wargeha azad de perçeyek ji vê rastîyê bibe û li welate xwe ya azad de xîzmeta sinema azad bike. Li ser vî esasî qederek projeyan de rolekî giring girt û wek mamoste qederek şagirt perwerde kir.
Tê zanîn ku armanca wan êrîşa, tevahî nirxên Kurda ne. Bê guman yek ji wan, ya herî bandorker û sîstema metînger ditirsîne, pêşketina hunera Kurd e. Heval Mansur wek sînamager û welatparezekî hêja xwest berpirsîyarîya xwe yê vîjnadî û hunerî pêk bîne hat Rojava û encama êrîşên hovane de tevlî karwanê şehîdan bu. Heval Mansur Karîmîyan , wek şehîdên hunermend yê gelê xwe her tim bîra gelê xwe de jiyan bike. Û bibe xetekî xwedî derketin û parastina çand û hunera Kurd.
Em dubare şehîdê xwe Mansur Karîmîyan (Pîro Sine) bibîr tînin û em wek Komîna fîlma Rojava ji gelê xwe re soza berdewamkirina sînamaya azad didin. ji bo ku helwest û bertekên xwe yî vîjdanî û hunermendî pêk bînin em bang tevahî sînameger û hunermendên cîhanî dikin.
Bîjî Berxwedana Rojava
Bîjî Sînama Azad
Şehîd Namirin.
KOMÎNA FÎLMA ROJAVA
29-12-2023